Nûçeya Lezgîn: Rêber Apo: Mezinkirina lêgerîna yekîtiya demokratîk, berpirsiyariya me hemûyan e

Îranê gef li DYE’yê xwar ku êrîşî baregehên wê yên li Rojhilata Navîn bike

Îranê name ji Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Antonio Guterres re şand û diyar kir ku eger êrîşeke leşkerî çêbibe, ew ê baregehên Emerîkayê yên li Rojhilata Navîn hedef bigirin.

Name ji aliyê Nûnerê Daîmî yê NY’ê yê Îranê ve hate şandin û wiha hate gotin, “Eger Îran rû bi rûyê êrîşeke leşkerî bimîne, wê li ser esasê pîvanên parastina rewa ya li gorî maddeya 51’an a Şertê Neteweyên Yekbûyî, bersiv bide.”

Her wiha di nameyê de hate diyarkirin ku di rewşeke wiha de wê hemû baregeh, binesazî û hebûnên Emerîkayê yên li herêmê weke “hedefa rewa” bên hesibandin.

Li aliyê din, her du welatan roja sêşemê li Swîsreyê hevdîtinên tûra duyemîn temam kirin. Lê belê tê diyarkirin ku hevdîtin di pozîsyonên aliyan de ti nêzîkbûn çênekiriye. Heman rojê lîderê olî yê Îranê Alî Hamaney axaftineke tund kir û hişyarî da ku dibe keştiyeke balafiran a DYE’yê ya li Kendavê were rûxandin.

Artêşa Muxafizên Şoreşê ya Îranê jî li Hurmuzê ya ku ji bo bazirganiya petrole ya kûreyî xwedî girîngiyeke stratejîk e, tetbîqatên leşkerî pêk tîne.

Serokê DYE’yê Donald Trump jî roja pêncşemê daxuyanî da û got, wan ji bo lihevkirinê “10-15 roj” wext daye Îranê. Trump di axaftina xwe ya li Washingtonê de diyar kir ku eger peymaneke “biwate” pêk neyê, wê “tiştên xirab” biqewimin.